3. Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû

Mîhrîcana 3’yemîn a Werzîşê ya Minbicê piştî axaftinan û çalakiyên hunerî û yên werzîşê bi dawî bû.:

Mîhrîcan bi boneya salvegera 4’emîn a damezirandina Meclisa Sivîl ya Demokratîk a Minbicê hatibû organîzekirin, bi dawî bû.

Di mîhrîcanê de enadmên saziyên sivîl û leşkerî, şandeyek ji Partiya Sûriya Pêşerojê, her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser û bi sedan şêniyên Minbicê li stada Beledî ya bajêr hatibû lidarxistin.

Piştî axaftinan, çalakiyên hunerî û werzîşê hatin pêşkêşkirin.

Di nav de, koma dîlan û stranên çerkesî, Koma Şehîd Barîn Kobanê ya Stranan a ji Kobanê, pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Ciwanên Minbicê şanoyeke li ser aloziya Sûriyê pêşkêş kir.

Di dawiya çalakiyê de Yekitiya Werzîşê ya Minbic û Gundewarê wê, meclis û tîmên werzîşê yên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn, xelat wergirtin.

Back to top button