Li Kerkûkê, leşkerekî Iraqî hat kuştin û jimarek birîndar bû

Li Kerkûkê, hejmarek leşkerên Iraqî di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyeke hêzên ewlehiyê yên Iraqî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê roja Înê di saetên şevê de, êrîşî nuqteya leşkerî ya 45 a hêzên Iraqî li gundê More Ban Şax li Kerkûkê kir.

Di encama vê êrîşê de, leşkerekî Iraqî hat kuştin û jimarek jî hat birîndarkirin.

Li gorî ragihandina herêmî jî, çeteyan her wiha di berbanga heman rojê de, êrîşî hêzên Iraqî yên li Wadî El-Şay kir, lê ev êrîş bê encam derbas bû.

Berdevkê fermî yê operasyona El-Ezim EL-Selb a Koalisyona Navdewletî Wayne Marotto jî diyar kir, ku di vê mehê de hêzên wan li Iraq û Sûriyê, 26 operasyon li dijî DAIŞ’ê kirine û 29 êrîşên terorîst jî pûç kirine.

Back to top button