“Ji destpêka Adarê de 13 kes hatine revandin”

Li Efrîna dagirkirî, mîna xwarin û vexwarinê, her roj bûyerên revandinê hene. Li gorî bîlançoeya 13 rojên vê mehê, navê 13 kesên revandî hatin belgekirin.

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Efrînê re, asta hovîteya dagirkeran jî hemû pîvanan derbas dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê bi bîlançoyekê navê 13 kesên ku piraniya wan temenmezin in û ji destpêka meha Adara 2021’an heta îro hatine revandin, belge kir.

  • Mihemed Remo.
  • Ehmed Keleh Xeyrî yê 23 salî.
  • Emîn Zekî Menan Ebû Şêro yê 52 salî.
  • Cemîl Mihemed Ibrahîm yê 48 salî, ku di encama serdegirtina bi ser gundê Kemrûk yê navçeya Mabata de, hatibû revandin.
  • Şêxmûs Miste Meryeme yê 65 salî ku piştî revandinê bi du rojan, hat kuştin.
  • Seyîd Qenber Mircan yê 69 salî.
  • Mihemed Xelîl Hac Şêxo.
  • Seyîd Şêro Bin Omer yê ji gundê Meydan Ekbis yê navçeya Raco ku ji malbatê fidiye 2 hezar dolar heta were berdan, xwestin.
  • Cemîl Mistefa Medîna yê 70 salî û birayê wî
  • Ednan Şaşo yê 73 salî.
  • Elî Yûsiv Mistefa yê 67 salî û birayê wî
  • Esad Yûsiv Mistefa yê 64 salî.
  • Ciwan Gênco Sîdo ku ev du car in tê revandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha bêhtirî 7 hezar û 433 kes hatine revandin, jê 137 hatin kuştin.

Kesên hatine ravandin yan nebedî û yan jî bi fidiyeyan tên berdan.

Back to top button