“Ava bendava Firatê bi qasî 300 metreyî kêm bûye”

Rêveberiya Bendava Firatê ragihand ku ji ber dewleta Tirk heta niha, ava Firatê bi qasî 300 metreyan kêm bûye.

Rêveberê Bendava Firatê ya li Tebqayê endezyar Ehmed El-Oso diyar kir, ji ber dewleta Tirk, ji 500 metrekab tenê 150 berdide, ava Firatê bi qasî 300 metre kêm bûye.

Hevserokê Gerînendeyê Çandinyê ya li Tebqayê Ebdulxaliq Ehmed jî hişyarî da ku Tebqayê herêmeke çandiniyê ye û kêmbûna avê jîngehê ber bi felaketê ve dibe, her wiha gefan li hilberîna çandiniyê ya li tevahiya herêman dixwe.

Li gorî peymana navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a sala 1987’an, divê di çirkiyekê de 500 metrekab av werin berdan. Lê weke her car dewleta Tirk her qanûnên navdewletî binpê dike.

Back to top button