Li Girê Spî ya dagirkirî, 2 zarok, ji ber teqîna topeke hawinê ya ji bermahiyên çeteyên dagirkeriya Tirk, şehîd bûn.
Li gundê Um Hiwêş ê rojavayê Girê Spî ya dagirkirî topeke hawinê ya çeteyên dewleta Trik a dagirker ku berê li herêmê ketibû û neteqiyabû, teqiya.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê, di encamê teqîna hawinê de 2 zarokên ji gundê Um Hiwêş jiyana xwe ji dest da.
Navên herdu zarokên şehîd bûne jî hîna nayên zanîn.