Tirkiye ji Ewropa re: Em ji bo aramiyê li Sûriyê ne!

Tirkiyê bersiva daxuyaniya Parlamena Ewropî (PE) da û îdia kir ku ew ji bo aramiyê, li Sûriyê ne.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, Parlamena Ewropa bi “neşopandina rewşa Sûriyê” tawambar kir û got:

“Li cihê ku Parlamena Ewropa daxuyaniyên kêm û ne-têkildar dide, bila sûda Tirkiye di parastina NATO û Ewropayê de bibîne.”

Hefteya borî (PE), hebûna dewleta Tirk a li Sûriyê bi “binpêkirina mafê mirovan a navnetewî û dagirkerî” pênase kir û teqez kir ku Tirkiyê herêmên Kurdan dagir kirine.

Back to top button