Konseya Ewlekariyê banga derxistina hêzên biyanî û çeteyan kir

Konseya Ewlekariyê ya navdewletî di çarçoveya çareserkirina aloziya Lîbî de, banga derxistina hemû hêzên biyanî û çeteyan kir.

Konseya Ewlekariyê dana baweriyê bo hikûmeta Lîbî ya nû pêşwazî kir û li ser girîngiya yekkirina saziyan, piştgiriya xwe anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku agirbesta ragihandî pêk bînin.

Di çarçoveyê de, şanderê NY li Lîbyayê Jan Kubisch got ku wan digel berpirsiyarên Fransî piştgiriya hikûmeta demkî ya Lîbî ji bo yekkirina xaka welat û zûkirina derxistina çeteyan, nîqaş kiriye

Li gorî NY, 20 hezar leşker û çete hê li Lîbyayê ne û heya vê gavê ti tevgera vekişîna wan nehatiye dîtin.

Back to top button