HPG: Ti têkiliya me bi teqîna li Sîdekanê re nîne

HPG’ê derbarê teqîna li Sîdekanê de diyar kir ti têkiliya hêzên wan bi vê teqînê re nîne. HPG’ê destnîşan kir tevî ku rayedarê herêmê yê PDK’ê hatiye agahdakirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye lê hêzên PDK’ê çûne devera mayînkirî.

Hin dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK’ê derbarê teqîna mayîneke li navçeya Sîdekan a başûrê Kurdistanê hêzên gerîla tawanbar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê teqîna li Sidekanê daxuyaniyeke niviskî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku êvara 12’ê Adarê li herêma Sidekanê teqînek çêbûye, di vê teqînê de pêşmegeyekî PDK’ê jiyana xwe ji dest daye û yek jê birîndar bûye.

HPG’ê da zanîn derbarê vê rûdanê de hin nûçe hatine çêkirin û tevgera wan berpirs hatiya nîşandan û wiha got,

“Ev rûdana biêş li tengava Sidekanê ya qada Sidekan a herêma Xakurkê çêbûye. Hê ji dema Sedam de li cihê navborî gelek mayin lê hatine danîn. Salên 2019-2020’an jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin. Hem gelê herêmê û hem jî rayedarê herêmê yê PDK’ê hatiye agahdakirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye û hişyariyên hewce hatine kirin.”

HPG’ê destnîşan kir 12’ê Adarê li gel ku ev herêm hemû dihatin zanîn jî hêzên PDK’ê çûne eraziya mayinkirî û ev rûdana biêş çêbûye.

HPG’ê eşkere kir ku ti têkiliya hêzên wan bi vê rûdanê re nîne û ji vê teqînê hêzên wan ne berpirsyar in.

Back to top button