Greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên Tirkiyê de kete roja 107’an

Li dijî tecrîda li Îmraliyê, greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên Tirkiyê de kete roja 107’an û gel û malbatên girtiyan jî banga hestiyariyê dikin.
Li Wargeha Mexmûrê û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin.
Yekîtiya Kedkaran ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û diyar kir ew ê li gorî felsefeya Rêber APO bimeşin.

Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê mijdarê de ji aliyê gitiyên PKK’ê û PAJK’ê ve hatibû destpêkirin, ev 107 roj in dewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

Ji bo çalakgerên grevê, gel û malbatên girtiyan banga hestiyariyê dikin

Li gel malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin.

Jinên Amedî jî bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û gotin ku ew li kêleka zarokên xwe ne û piştgiriya wan dikin.

Li wargeha Mexmûrê çalakiya grevê di roja 86’an de dewam dike

Li Wargeha Mexmûrê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 86`an de dewam dike.

Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şkandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin, ew çalakiya xwe ranawestînin.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê çalakiya grevê di roja 69’an de ye

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê, bi îsrar çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya di roja 69’an de dewam dike.

Yekîtiya Kedkaran: Em ê li gorî felsefeya Rêber Apo bimeşin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, domandina tecrîda li ser Rêber APO rastî bertekên mezin tên.

Yekîtiya Kedkaran ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya daxuyaniyekê tecrîda girankirinî ya li Îmraliyê şermezar kir û soz da ku ew ê projeya netewa demokratî biparêzin û li gorî felsefeya Rêber APO bimeşin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bo bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê zextê li Tirkiyê bikin.

Welatiyên Qamişlo ji bo azadiya Rêber Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin

Welatiyên Qamişlo jî li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan hêviya têkoşînê ji gel kir û bang li civaka navnetewî kir ku berpirayariya xwe ji bo azadkirina rêber Apo binin cih.

Back to top button