Endam TAJÊ Delîla Axîn: Xelkê Şengalê wê dev ji têkoşîna xwe bernede

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya TAJÊ Delîla Axîn diyarkir ku Xelkên Şengalê wê ti carî peymana dagirkirina Şengalê qebûl nekin. Sêwana Meclisên Gundên Êzidiyan a Ewropayê û NAV-YÊK’ê jî ji bo Şengalê banga berxwedanê kirin.

Beriya 2 rojan hêzên Iraqê di çarçoveya peymana 9’ê cotmehê ku di navbera PDK, Tirkiye û Bexdayê de ji bo dagirkirina şengalê hatibû îmzekirin, xwestin bikevin Şengalê û dest daynin ser Asayîşa Êzidxanê.

Xelkên Şengalê bi berxwedaniya xwe carekedin nehişt ku hêzên navborî bigîhîjin armancên xwe.

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Axîn derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.

Delîla Axîn diyarkir ku peymana dinavbera Hewlêr û Bexdayê de, dijî îradeya Êzidiyane û dixwazin bi destê Iraqê peyman were bicih kirin.

Delîla Axîn daxuyakirin ku helwesta gelê Êzidî pir zelale û dev ji têkoşîna xwe bernade.

“Divê PDK û Bexda rûreşiya xwe ya 2014’an dubare nekin”

Sêwana Meclisên Gundên Êzidiyan a Ewropayê bi daxuyaniyekê hewldana hikûmeta Iraqê ya li Şengalê şermezar kir.

Meclisê ji Hewlêr û Bexdayê daxwaz kir ku ji dîroka rûreşiya xwe ya 03.08.2014’an şerm bikin vê rûreşiya xwe dubara nekin

Her wiha meclisê bang li raya navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran bibin xwedî helwest.

NAV-YÊK’ê jî diyar kir ku PDK, Bexda û Enqere dixwazin destketiyên li şengalê ji holê rakin.

NAV-YÊK’ê got,

”Ji ber vê jî em bang li gelê xwe, dostên xwe dikin ku ji bo azadî, aramî û xweseriya Şengalê bihistyar bin, ser piyan bin, derkevin qadan, li ber xwe bidin û piştevan bin.”

Her wiha çalakiya xelkê Şengalê ya ‘Em hemû Asayîşin’ bi biryardarî di roja 102’an de dewam dike

Xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Back to top button