Dagirkeran ji gundê Tirindê yê Efrînê sivîlek revand

Li Efrîna dagirkirî, her diçe hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîl û xwezaya Efrînê zêde dibin.
Dagirkeran ji gundê Tirindê yê Efrînê sivîlekî din revand. Her weha çeteyan150 darên zeytûnê yên din li Efrîn û navçeyên wê birîn.

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a dagirkirina Efrînê re, asta hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, zêde dibe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku 10’ê Adarê, çeteyan şêniyê bi navê Ciwan Kenco Sîdo yê ji gundê Tirindê yê Efrînê revand.

Li gorî rêxistinê ev cara sêyemîne ku Ciwan tê revandin û her car piştî standina pereyan, çeteyan ew berdida.

Dagirkeran li Efrîn û navçeyên wê 150 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo bazarganiya êzingan birîna daran didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî diyar kir ku li navçeya Mabata, çeteyan 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Remzî Reşîd Egîd yê ji gundê Hebo birîn.

Li gundê Kokana jêrîn yê Mabata jî 20 darên zeytûnê yên malbata Elî Umer Mihemed birîn.

Malpera Afrinpost jî da zanîn ku li ser rêya Heleb – Efrîn, çeteyan 30 darên Zeytûnê yên şêniyê bi navê Ehmed Hesen yê ji gundê Aşkana yê Cindirêsê birîn.

Back to top button