Amarîka: Di ser welatên Ewropa re têkliya me bi Îranê re heye

Di navbera Amerîka û Îranê de her ku nîşaneyek nêzbûnê tê xuyakirin, piştre jî gotinên gefxwarinek hîn tundtir derdikeve. Îran li bendêye ku DYA li peymana nûkleerî vegere.

Rêveberiya Biden jî li ser mijarê qet lezê nake. Şêwirmendê Parastina Netewî ya DYA Jake Sullivan anî ziman ku ew bawerin bi rêya diyalogan wê nehêlin Îran bibe xwedî çekên nûkleerî. Sullivan anî ziman ku ew bi rêya welatên Ewropa bi Îranê re di nava danustandinan de ne.

Şêwirmendê Parastina Netewî ya DYA Jake Sullivan, bi Berdevka Koşka Spî Jen Psakî re li ser polîtîkayên welat ya ji derve, bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Jake Sullivan têkildarî danustandinên wan yên bi Îranê re wiha got:

Peywendinên em yên li gel Îran, Ewropa û welatên din heye.

Ev yek dihêle ku em helwesta xwe ya derbarê Îranê de diyar bikin.

Di dawiyê de em bawerin ku wê bi rêya dîplomasî wê nehêlîn Îran bibe xwedî çekên nûkleerî.

Amarîka: Têkildarî Îranê em ê gavên xwe eşkere nekin

Li ser pirsa di demên dawiyê de li dijî baregehên DYA yên li Iraqê êrîş pêkhatin û tê bawerkirin ku ev yek ji aliyê Îranê ve pêk hatiye û wê bersiva çawa be? Sullivan ev tişt anî ziman:

DYA, mafê leşker û baregehên xwe veşartî dihêle.

Di dem û cihê me xwest de, emê bersiva vê yekê bidin.

Ji bo pêşîgirtina êrîşên hîn zêdetir, gavên ji me werin xwestin em ê bi avêjin.

Lê em niha gavên xwe eşkere nakin.

Amerîka: Êdî wê piştevaniyek eşkere ji bo Siûdî neyê dayîn

Sullivan anî ziman ku wan piştevaniya xwe ya ji bo Yemenê kişandiye û derbarê têkliyên bi Erebîstana Siûdiyê re jî got:

Êdî bi awayekî eşkere wê piştevaniya vî welatî neyê kirin.

Amerîka: Li dijî Rûsya cezayên hîn zêdetir tê

Zextên deshilata Rûsya ya li dijî mixalîfan jî di hedefa Şêwirmendê Parastina Netewî ya DYA Jake Sullivan de bû.

Ji ber jehirdana mixalîf Aleksey Navalny ceza li Rûsya hatiye birîn.

Ji ber niyetên xwe yên xerab yên din, em amadekariyên avêtina gavên nû li dijî Rûsya dikin.

Back to top button