Moskova wê girtiyan ji bo ‘Ekolojiyê’ bikar bêne

Rûsya ji bo ku qirêjiya ji ber bobelata petrolê ya li herêma Norîlskê ya bakur li pey xwe bihêle, plansaziya wê dike ku girtiyan jî bide karkirin.

Li bajarê Norîlskê peymana ku girtiyên li bajêr ji bo paqijkirina ekolojiyê bidin karkirin’di rojevê de ye.

Rêveberiya Girtîgehan a Rûsyayê (FSIN) di daxuyaniya ku dayî de ragihandin ku îhtîmala ku girtî ji bo paqijiya herêmên bi sedemên cuda gemarî bûne, biçûk bibînin.

Rêveberê Giştî yê FSIN’ê Aleksander Kalaşnîkov got ji bo Akrtîkê li vê projeyê difikirin.

Kalaşnîkov anî ziman ji bo 21 ton sotemenî ku par rijiyayî ser gelek çemên li Norîlsk û derdora wê peymanek hatiye îmzekirin.

Li gorî peyamanê wê girtiyên li girtîgehên bajêr werin xebitandin.

Rayedaran diyar kirin ku ji bo girtîgehên din jî wan ferman dane ku dest bi lêkolînê were kirin ka ew dikarin girtîgehên li herêmên din jî tevlî nav xebatên wiha werin kirin an na.

Back to top button