Meclisa Til Birak: Serhildana 12’ê Adarê bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê

Meclisa navçeya Til Birak şehîdên serhildana 12ê Adarê bi bîr anî û diyar kir ku serhildanê sînorê tirsê di nav gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de hilweşand û bû çirûska şoreşa 19 Tîrmehê.

Meclisê bi boneya 17’emîn salvegera serhildana 12ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîdên serhildanê bibîranîn û weha got:

Serhildana 12ê Adarê di nav gelê me yê ku bi dehê salan ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşiya, sînorê tirsê şikand.

Giyanê serhildana Qamişlo çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê bû.

Damezrandina rêveberiya xweseriya demokratîk jî daxwaz û vîna hemû pêkhateyên herêmê bû ku bi hevgirtina xwe, biratiya gelan û bihevre jiyanê temsîl dike.

Bi vî awayî pêkhateyan,karin herêmên xwe biparêzin û li dijî hemû hewldan û pîlanên dijî destkeftiyên gel biparêzin.

Şehîdên 12’ê Adarê wê bimînin nirxên şoreşa me û bi giyanê şehîdan emê bigihîjin azadiyê û Sûriyek demokratîk ne-navendî ava bikin.

Back to top button