Artêşa Tirk malên sivîlan li gundê El-Qasimiyê yê Til Temirê şewitandin

Careke din jî, artêşa Tirk malên sivîlan li gundê El-Qasimiyê yê Til Temirê, şewitandin. Li Girê Spî ya dagirkirî, 2 zarok, ji ber teqîna topeke hawinê ya ji bermahiyên çeteyên dagirkeriya Tirk, şehîd bûn. Her wiha îro navçeyên Efrînê rastî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hatin.

Careke din jî, artêşa Tirk û çeteyên wê malên sivîlan li gundê El-Qasimiyê yê bakurê rojavayê navçeya Til Temirê, şewitandin.

Gundê El-Qasimiyê 4 km dûrî navçeya Til Temir e û ji dema dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye.

Ajansa Hawarê dîmenên şewitandina xaniyên sivîlan ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, belge kirin.

Hat destnîşan kir jî ku piştî çeteyan malên sivîlan talan kirin, tevahî malên wan şewitandin.

Artêşa Tirk li pêş çavê hêzên Rûsyayê ku baregeha wan tenê 2 km dûrî gund e, xaniyên sivîlên gundê El-Qasimiyê bi awayekî domdar dişewitînin.

Di 11`ê Sibatê de çeteyan gelek malên li heman gundî şewitandin.

Li gundê Um Hiwêş ê rojavayê Girê Spî 2 zarok şehîd bûn

Li gundê Um Hiwêş ê rojavayê Girê Spî ya dagirkirî topeke hawinê ya çeteyên dewleta Trik ku berê li herêmê ketibû û neteqiyabû, teqiya.

Di encama teqîna hawinê de 2 zarokên ji gundê Um Hiwêş şehîd bûn.

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk ser asîmanê Kobanê geriya

Her wiha îro di saetên êvarî de balafireke keşfê ya dewleta Tirk ser asîmanê gundê Şêxler ê 30 km li rojavayê kantona Kobanê ye geriya.

Artêşa Tirk gundên navçeyên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin

Îro navçeyên Efrînê jî rastî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hatin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin.

Gundên Til Rifet û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê jî rastî êrîşên dagirkeriyê hatin.

Derbarê encamên topbaranê jî heta niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.

Back to top button