Li ser navçeya Eyn Îsayê û gundên derdorê, rojane êrîşên bi armanca dagirkirinê hene. Duh jî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafira keşfê roketek avêtin navçeya Eyn Îsayê.
Duh derdora se’et 16’an bi balafireke keşfê,Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roketek bi paraşûtê avêt navçeya Eyn Îsayê.
Ev roket li cihekî vala ket û neteqiya.
Tevî ku navçe û gundên derdorê bi sivîlan tijî ne, dewleta Tirk bêyî ku vê yekê di ber çavan re derbas bike, her roj êrîşan pêk tîne.