Dagirkeran li Efrînê sivîkek ji navçeya Mabate revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dagirkeriya Tirk bidawî nabe, vê dawiyê sivîlek din ji navçeya Mabatayê hat revandin.

Bi armanca guhartina demografî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li Efrîn û herêmên dagirkirî zêde dikin.

9’ê Adarê jî, çeteyan şêniyê bi navê Amir Hiso yê ji gundê Hisê yê navçeya Mebatê ravand.

Li gorî rêxistinê, ev care duymîn ku Amir tê revandin, beriya sê mehan ew tevî hevjîn û zarokê wî hatibûn revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku bi armanca desteserkirina malên kurdan û bicihkirina malbatên xwe, çeteyan bi ser gundê Keferdelê yê Cindirêsê girt û du sivîl revandin.

11’ê Adarê, çeteyan şêniyên bi navê Cîhad Mistefa Elî û Kemal Xelîl Mistefa Elî revandin û bi giranî li pêşiya şêniyên gund êşkence kirin.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyan bi armanca standina pereyan gefa revandinê li 13 sivîl ji gundê Kêla xwarin.

Li gorî malpera Afrinpost, çeteyan ji her sivîlekî daxwaza 500 dolar kirin yan bi tewanên ne rast ew ê werin revandin.

Dagirkeran 100 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, çeteyan 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Remzî Reşîd Egîd yê ji gundê Hebo birîn.

Back to top button