Artêşa Yemenî: 55 hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn

Li Yemenê, 57 çekdarên Hûsî li ser destê artêşa welat, hatin kuştin û dîlkirin.

Duh, artêşa Yemenî li dijî deverên”Çekdarên Hûsî” yên li parêzgehên Heca û Te’z li başûr welat êrîşên dijwar pêk anîn.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku di encama êrîşa li parêzgeha Hecayê, 20 çekdar hatin kuştin, 2 jî hatin esîrkirin û bi dehan jî hatin birîndarkirin.

Li parêzgeha Te’z jî artêşê kuştina 35 Çekdar û birîndarkirina bi dehan, her wiha kontrolkirina çend deverên Hûsiyan ragihand.

Hêzên Yemenê yên hevbeş jî, dest bi oprasyonên rizgarkirina çiyayên Istiratîjîk yên girêdayê bajarê EL-Bij li rojavayê Tezê kir.

Back to top button