ENCAMA ŞERÊ 24 SAETÊN DAWÎ EŞKERE BÛ

Di nava 24 saetên dawî de li Baxozê 32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..
4 ji wan emîrên DAIŞ’ê ne..
Her wiha hejmareke zêde ji çek û cebilxaneyê ket destê şervanên QSD’ê..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî li bajarokê Baxozrê eşkere kir..

Navendê diyar kir ku şervanên wan li herêma teng a Baxozê derbên mirinê li çeteyan dane û ev agahî parve kir:

Şervanên me li Baxozê ji bo tinekirina DAIŞ’ê di nava şerekî giran de ne..

Doh ji gelek baskan ve şervan pêşde çûn û derbên giran li çeteyan dan..

Dema pêşdeçûyînê, şervanekî me ku beriya 2 rojan wenda bibû bi awayekî birîndarî hate dîtin…

Li gorî vê encama şerê 24 saetên dawî wiha ye:

32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..

Di nava kuştiyan de 4 serçete “emîr” hene..

Çek û cebilxaneya ku ket destê şervanan jî ev in:

45 çekên klaşînkof.

2 çekên BKC.

13 rokêtavêjin B7.

3 çekên borno.

2 çekên ûzî.

Û bi hezaran gulle..

Navenda ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku şervanên wan erebeyeke eskerî ya çeteyan jî teqandine..

Li gorî daxuyaniyê di şerê 24 saetên dawî de tenê şervaneke QSD’ê birîndar bûye..

Leave a Reply

Back to top button