15 leşkerên artêşa Nîjeryayê di kemînke DAIŞ’ê de hatin kuştin

Li Rojhilatê Nîjeryayê, 15 leşkerên artêşa welêt di kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de, hatin kuştin.

Çavkeniyên Ewlehiyê yên hikumeta Nîjeryayê ragihand ku roja Şemiyê çeteyên DAIŞ’ê li dijî komeke leşker li wîlayeta Borno kemînek pêk anîn.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan bi giranî êrîşî leşkeran kir û ji ber vê êrîşê, 15 leşkerên artêşa Nîjeryayê hatin kuştin.

Hefteya borî, li bakur-rojavayê Nîjeryayê di encama êrîşeke çekdarî de, 10 kes hatin kuştin û derdora 100 kesî jî hatin revandin.

Back to top button