Mezlûm Ebdî: Em biryara Parlamena Ewropî pêşwazî dikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî biryara Parlamentoya Ewropayê ya ku hebûna dewleta Tirk ya li Sûrî weke binpêkirina mafê mirovan yê navnetewî û dagirkerî pênasekiri bû erênî dît û got:
“Em biryara dewleta Tirk erênî dibînin û tevî pênaseya ku dewleta Tirk li bakûrê Sûrî qirkirina etnîkî pêktîne dibin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê biryara Parlamena Ewropayê erênî dît û got:

“Em biryara Parlamena Ewropa ya binavkirina hebûna dewleta Tirk li Sûriyê bi “binpêkirina mafên mirovan û dagirkeriyê”, bi şanazî pêşwazî dikin.

Em tevî biryara Parlamena Ewropayê ku dewleta Tirk der heqê Kurdên li Sûriyê de qirkirina etnîkî pêk tîne, dibin.”

Lê her çendî PE dewleta Tirk bi ya dagirker pênase bike û behsa rawestandina çekan ji bo tirkiyê bike jî, lê li ser erdê ti wateya van daxuyaniyan nîne.

Ji ber ku hîn jî dewleta Tirk bi çekên dewletên endamê YE kurdan dikuje.

Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê guhertina demokrafîk pêk tîne û rojane sivîlan direvîne û dikuje.

Yekîtîya Ewropa ku ji bo Sûrîyê behsa dagirkeriya tirkiyê dike, gavên Erdogan yên bi navê reformê erênî dibîne.

Ev durutî nîşan dide ku YE bi siyaseteke îdarekirin û tewazin, dixwaze wisa xwe mafparêz nîşan bide û herdu aliyan jî îdare bike.

Lê gelên bakur û rojhilatê Sûrîyê, taybet jî kurd di wê ferqê de ne ku wê YE li hemberî kiryarên dewleta tirk, nikaribe wisa gavên encamgir li ser erdê bavêje.

YE di mijara Tirkiyê de tenê di asta daxuyaniyan de dimîne

Bi nêzîkbûna salvegera şerê li Sûrîyê ku 15 Adara 2011’an despê kirî re, di qada navnetewî de helwest tên nîşandan.

Parlamena Ewropayê roja pêncşemê bi vê boneyê civînek li dar xist.

Di civînê de Parlamena Ewropayê hebûna dewleta Tirk li Sûrîyê weke binpêkirina mafên mirovan ya navneteweyî û dagirkerîyê pênase kir û got:

“Tirkiye, Cotmeha 2019’an tevî dagirkirina xaka di bin kontrola QSD’ê de, li dijî qanûna navneteweyî, ji 2016’an ve bi armanca dagirkirina herêmên ku piraniya wan Kurdên Sûrî yên li bakurê welat in, bi awayekî eşkere dest bi êrîşê kir.

Ev êrîşa dewleta tirk derqanûnî û dagirkerî ye.

Tirkiye bi vê dagirkeriyê li herêmên bakurê surîyê qirkirina etnîkî pêk îne. Ji ber vê jî beşek ji welatên endamên YE, firotina çekan bo Tirkiyê da rawestandin.”

Back to top button