Nesredîn Îbrahîm: Aloziya Sûrî bi projeya Rêveberiya Xweser wê çareser bibe

Sekeretê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Nesredîn Îbrahîm destnîşan ku eger projeya Rêveberiya Xweser li tevahî erdnîgariya Sûriyê were pêkanîn, dê alozî bidawî bibe.

10 sal hîna hikumeta Şamê û Îtîlaf di şerê li ser desthilatê de rijd in û ji bilî wêraniyê tiştek ji gelê Sûriyê re neanîye.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji ber aloziyê:

“Zêdeyî 11 milyon û nîv Sûrî ji ser xaka xwe koçber û penaber bûne, li gel wê jî zêdeyî 400 hezar sivîl birîndar bûne.”

Di dirêjahiya deh salên borî de hikumeta Şamê danûstandinên bi armanca çareseriya siyasî ji aloziyê re, dûrî destweranên derve, red kirin.

Sekeretê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Nesredîn Îbrahîm destnîşan kir, ku Hikûmet bi rêya civînên mîna Cinêv û Astanayê dixwaze serweriya xwe li erdnîgariya Sûriyê vegerîne.

Nesredîn Îbrahîm ji bo çareserkirina vê aloziyê, Rêveberiya Xweser weke keştiya rizgariyê destnîşan kir û got:

“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di bin sîwana wê de tevahî gel û netewe bi çand, ziman û perwerdeya xwe dijîn û civak tê birêxistinkirin.”

Eger projeya Rêveberiya Xweser li tevahî erdnîgariya Sûriyê were pêkanîn, dê nûnertiya gelê Sûriyê bi tevahî pêkhate, etnîk û çandên wê bike.”

Îbrahîm anî ziman ku, pergala demokratîk a pirrengî ya nenavendî ya ku bi rêya destûrê were pêkanîn dê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê misoger bike û çareya herî baş ji aloziya li welat re ye.

Sekeretê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) teqez kir ku bêyî pergala demokratîk, dê Sûriyê careke din li rejîma dîktatorî vegere, mîna projeya Itîlafa Sûriyê.

Back to top button