Lîbya..Komîteya Hevbeş ji bo rawestandina şer li Sirtê dicive

Piştî bi serketina hikumeta nû ya Lîbyayê, Komîteya Hevbeş ji bo pêkanîna lihevkirina rawestandina şer, îro li bajarê Sirtê dicive.Serokê hikumeta Lîbî Ebdul Hemîd El-Debîba bi armanca rêgirtina li ber gendeliyê, biryara rawestandina hemû hesabên giştî û sindoqên veberanînê da.

Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbî, îro Yekşemê, ji bo dewamkirina pêkanîna xalên peymana rawestandina şer, li bajarê Sirtê dicive.

Ji berpirsyarên artêşa niştimanî Xalid Mehcûb ragihand, ku ev civîn wê 2 rojan dewam bikin, tê de wê vekirina rêya peravî ya di navbera bajarên Misrata û Sirtê de, her wiha rakirina bombeyên çandî, werin nîqaşkirin.

Mehcûb her wiha diyar kir ku di van civînan de, wê derxistina çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê, mijareke sereke be.

Hemû hesabên giştî û sindoqên veberanînê tên rawestandin

Her li Lîbyayê û piştî ku hikumeta wî ji aliyê Parlamenê ve hat erêkirin, serokê hikumeta Lîbî Ebdul Hemîd El-Debîba di biryara xwe ya yekemîn de, hemû hesabên şîrketên giştî û singoqên veberanînê, dan rawestandin.

Ev biryara Debîba, bi mebesta rêgirtina li ber gumanên gendeliyê, hat dayîn.

Li gorî rapora herî dawî ya Tîrmeha 2020’an, veberanînên Lîbî derdora 67 Milyar Dolar in.

Berya 2 rojan, Dîwana lêpirsînê ya Lîbî, raporek derbarê binpêkirinên darayî yên sala 2019’an belav kir, tê de gendeliya di nava hikumeta Fayiz Serac û dezgehên girêdayî wê de eşkere bû.

Back to top button