Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên, gundewarê bakurê Minbicê yên tijî sivîl, da ber topan.
Ajansa nûçeyan ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundên Minbicê kir aramanc.
Li gorî ajansê dagirkeran gundên Um Celo û Ereb Hesen û mezreeyên derdora wê yên tijî sivîl li gundewarê bakurê Minbickê topbaran kir.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, derdora se’et 16’an bi balafireke keşfê roketek avêtin navçeya Eyn Îsayê
Ev roket li cihekî vala ket û neteqiya.