Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) li Hewlêrê navenda xwe vekir

Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) îro bi merasîmekê û bi tevlîbûna gelek berpirsên Tirkmenan li Hewlêrê navenda xwe vekir.

Navend bi amadebûna Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, Wezîrê Tirkmen ê ji Pêkhateyên Herêma Kurdistanê berpirsyar Aydin Meruf û gelek berpirsên Tirkmenan hate vekirin.

Tişta balkêş ew e, bi dehan caran Erşed Salihî mîna dema referandûmê de dijberiya Kurdan kiriye.

Ya herî dawî jî li ser mijara Pulê ku nexşeya Kurdistanê li ser bû ku gef li rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwaribû û gotibû, “Gavên bi vî awayî, gefê li ewlekariya Herêmê û Iraqê dixwe. Divê gavên wiha werin sekinandin û şaştiyên berê (referandûm) dûbare nebin.”

Vekirina vê navendê jî piştî vê helwestê bi 4 rojan hat.

Back to top button