Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê 6 kes revandin

Heman sînaroya li Efrînê, li Serê Kaniyê ya dagirkirî jî dubare dibe. Çeteyan li vir jî 6 kes revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina a Bakur Sûrî ragihand çeteyên Tirkiyê bi ser mala şêniyên bi navê Mecîd El-Keleş li Taxa Qews girt û êrîşî 6 kesan kir.

Li gorî heman çavkaniyê, pişt re çeteyan her 6 kes revandin û heya niha çarenûsa wan nediyar e.

22’ê Sibata borî jî, çeteyan ji gundê Sigêro ya rojhilatê navçeya Eyn Îsayê 5 sivîl revandibû.

Back to top button