NÊÇÎRVAN BARZANÎ: KETINA DEWLETA TIRK NAVA AXA SÛRÎ REWA YE

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku heta niha têkildarî dagirkirina Efrînê û kuştina bi sedan Kurdî ti helwest nîşan nedaye, ragihand ku ketina dewleta Tirk a nava Rojava û axa Sûrî rewa ye..
Barzanî anî ziman ku ew ji ber desteka dewleta Tirk û Erdogan minnetdare û ji kuştina Kurdên Başûrê Kurdistanê û êrişên artêşa Tirk a dagirker jî PKK berpirsiyar nîşan da..

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji berşa Tirkî a rojnameya Al Monîtor re axivî..

Barzanî gefên û êrişên kirêt ên serok-komarê Tirk Erdogan piştî referandûma serxwebûnê ji nedîtî ve hat û wiha pesnê wan da:

Dema em li pêvajoya referandûmê binerin em ê bibînin ku dewleta Tirk li hemberî me neket nava helwesteke xerab. Ji ber vê yekê em ji dil minetdarê Tirkiyê ne.

Li ser pirsa têkildarî êrişa balafirên Tirk û kuştina sivîlan jî Barzanî wiha got:

Min di her fersendê de gotiye, yekane berpirsiyarê van êrişan PKK’ê ye.

Ji ber vê yekê em fikarên dewleta Tirk di cih de û rewa dibînin.

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî mîna Erdogan axivî û wiha got:

YPG’ê bi temamî li gorî fermanên Qendîlê tevdigere.

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê gefa dagirkeriya a dewleta Tirk jî di cih de dît û wiha dewam kir:

Sala 2014’an pêwendiya me li gel PYD û Salih Muslim xerab bû.

Tirkiyê xwest em pêwendiyên xwe baş bikin.

Lê ez li dijî wê yekê derketim.

Min got, eger hevdîtin pêk were jî ez ê beşdar nebim.

Li ser mesele destwerdana Tirkiyê jî em vê yekê weke pirsa ewlekariya netewî dibînin. Lewma destwerdana Tirkiyê rewa ye.

Leave a Reply

Back to top button