Emîne Şenyaşar 6 roj in di nobetê de ye

‘Nobeta Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re daye destpêkirin di roja 6’an de dewam dike.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilibijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an, di encama êrîşeke parêzvanên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz û xizmên wî de, hevjînê Emîne, Haci Esvet Şenyaşar, û zarokên wê Adîl û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin.

Ji wê rojê û şûnde, têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar berdewam dike.

Di çarçoveya vê têkoşînê de Emîne Şenyaşar bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê da destpêkirin.

Çalakiya nobetê ya Emîne û lawê wê di roja 6’an didome.

Li gel astengiya polîsan Emîne Şenyaşar, çalakiya xwe berdewam dike û bi lorîkan hêrsa xwe anî ziman.

Back to top button