Li Ekvatorê ji ber xweliya volkanê 6 kes mirin 358 hezar kes ji rewşê bandor bûne

Li Ekvatorê ji ber xweliya ji volkanê Sangayê rabûyîn 6 kes mirin, 350 hezar kes jî ji rewşê bandor bûn.

Serokomar Lenîn Moreno li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku ”Em alîkariyê didin gel ku xweliya Sangayê û aşîtê ziyan daye wan.”

Moreno anî ziman ku krediyên çandiniyê wê dîsa werin danîn û ji bo ku alîkarê gundiyan bin wê ekîban bişînin.

Li gorî beşa rêveberiya rîskê ji 1’ê Sibatê ve ji ber aşîtên ku rabûne ziyan gihaştiye 16 hezar û 320 hektarî û bandor li 18 hezar mirovî kiriye.

Her wiha xweliya ji Sangayê hatî 43 hezar hektar erdên çandî wêrankir û bandor li ser 330 hezar mirovî kir.

Sangay bilindahiya wê 5 hezar û 230 metro ye, weke Tungurahua û Cotopaxî yek ji volqanên herî çalak e.

Back to top button