GERÎLLAYÊN HPG’Ê LI BIRADOSTÊ LI ARTÊŞA DAGIRKER DAN

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li dijî eskerên herêma Biradostê dagirkirine çalakî pêk anîn.

Wezareta parastinê ya Tirk jî îdîa kir ku li herêma başûrê Kurdistanê tenê 2 eskerên wan hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Roj Newsê agahiyên ji şêniyên herêmê wergirtî parve kir..

Li gorî vê yekê;

Îro li herêma Biradostê di navbera gerîllayên HPG’ê û eskerên artêşa Tirk de şer derket.

Artêşa Tirk piştî şer kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakirin.

Artêşa Tirk jî derdora herêma şer bi balafirên şer bombe kir.

Heta niha têkildarî encaman, Navenda Ragihandinê ya HPG’ê tê daxuyanî nedaye.

Lê Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê di operasyonê de 2 eskerên wan hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button