Navenda Îmaratê ya Polîtîkayan: Binketina li Garê wê bandoreke xirab li Erdogan bike

Navendeke lêkolînan ya Îmaratî got ku wê binketina artêşa Tirk li herêma Garê bandoreke xirab li Tirkiyê û siyaseta wê ya derve bike.

Derbarê operasyona binketî ya artêşa Tirk ku di sibatê de li herêma Garê pêk anî, Navenda Îmaratê ya Polîtîkayan nirxandin kirin.

Navenda Îmaratê ya Polîtîkayan diyar kir ku binketina Tirkiyê li Garê bandorên siyasî yên girîng li hundirê Tirkiyê û siyaseta wê ya derve kirin.

Navenda Îmaratî got ku Tirkiyê ev binketin di berjewendiyên xwe yên siyasî de bi kar anî, ku HDP’ê bi piştgirya PKK’ê re tawanbar kir.

Navendê diyar kir ku wê partiya desthildar ya Tirkiyê û serokomarê wê Erdogan wê bihayeke siyasî ya mezin ji bo binketina li Garê bidin.

Navenda Îmaratê ya Polîtîkayan destnîşan kir ku wê binketina Garê bandoreke neyîn li siyaseta Tirkiyê ya derve û li partiya desthildar jî bike.

Back to top button