Çavdêriya Sûrî: Ji destpêka aloziya Sûriyê 388 hezar kes hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji destpêka aloziya Sûriyê, 388 hezar û 652 kes hatine kuştin. Çavdêriyê diyar kir, ji wan hezar û 13 sivîl ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di bîlancoya xwe de eşker kir ku jê 22 hezar û 254 zarok, 117 hezar û 388 sivîl hatin kuştin.

Li gorî daneyên çavdêriyê, 46 hezar û 197 sivîl bi destê hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatine kuştin.

8 hezar û 671 sivîl jî di êrişên Rûsyayê yên bi moşekan û hewayî de hatine kuştin.

Hezar û 13 sivîl di êrişên dagirkeriya Tirk de hatine kuştin.

Her wiha 461 sivîl bi destê parêzvanên sînor ên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Çavdêriyê di rapora xwe de civaka navneteweyî berpirsyariyê dirêjbûna aloziya Sûriyê dît û diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, civaka navneteweyî bi erkên xwe yên exlaqî ranebû.

Back to top button