YE: Aloziya Sûriyê ji çareseriyê dûr e û cezayên li ser hikumeta Şamê wê bidomin

YE’yê reşbêniya xwe derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de diyar kir û got, aloziya Sûriyê hîna ji çareseriyê dûr e. Her whia ragihand ku dê cezayên li ser hikumeta Şamê bidomin.

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku bêyî vebijêrka siyasî, çareserî li Sûriyê ne pêkan e, her wiha got: “Cezayên li ser Şamê dê bidomin, em ê di Gulana bê de cezayan li dijî rejîma Sûriyê nû bikin.”

Nûnerê siyaseta derve û ewlehî ya YE’yê bi daxuyaniyekê têkildarî salvegera destpêkirina aloziya Sûriyê got, aloziya Sûriyê hîna ji çareseriyê dûr e, divê rejîm û hevalbendên wê biryarên Konseya Ewlekariyê bi cih bînin.

Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku tundiyê bi dawî bike û girtiyan berde û got, tundiya ku rejîm li dijî gelê Sûriyê pêk tîne û binkeftina wê di çareserkirina pirsgirêkan de sedema serhildanê bû, ku veguherî şerekî çekdarî û kîrzeke navdewletî.

Berpirsê YE’yê bal kişand ser kîrza koçberî û penabertiya xelkên Sûriyê û got, kîrza herî mezin a koçberiyê li cîhanê; 5.6 milyon penaber û 6.2 koçber di hundirê Sûriyê de ye.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji 15’ê Adara 2011’an heta berbanga 14’ê Adara 2021’an, li Sûriyê 388 hezar û 652 kes, di nav de hezar û 13 sivîl  ji êrişên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button