Ronahî Tv bi dîmenan berxwedana şervanan li Eyn Îsa belge dike

Li Eyn Îsayê şervanên QSD’ê rê nadin dagirkeriya Tirkiyê gundekî jî dagir bikin.
Ronahî Tv dîmenên berxwedana şervanan a li dijî êrîşan bi dest xistin û tê de rastiya li ser erdê derdikeve holê.
Lê belê dewleta Tirk jî bargeheke nû li gundê Xalidiyê yê li ser M4 ya navdewletî ava kiriye û êrîşan zêde dikin.
Bî awayî Tirkiyê ji 5 baregehên xwe êrîşan pêk tîne û QSD’ê jî bersivê dide.

Bi vî awayî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li Eyn Îsaya radiwestin.

Ev bêhtirî 5 mehan e ev êrîşên komên çete berdewam in, lê belê heta niha tu encamek bi dest nexsitine..

Nûçegihanê Ronahî TV Lezgîn Mihemed ev dîmen herî dawî kişandine û tê de rastiya berxwedana şervanên QSD’ê li hemberî dagitrkeriyê derdikeve holê.

Dewleta Tirk bi rêya komên xwe him li ser erdê û him jî bi topbaranê dixwaze, gundên Eyn Îsayê yên li ser rêya M4 ya navdewletî dagir bike û bi vî awayî kontrola xwe li ser vê rêya stratejîk bisepîne.

Di heman demê de, piştî dagirkirina Girê Spî û gundên wê, hewl dide rêya navbera Kobanê û Cizîrê were qutkirin.

Dewleta Tirk bargehke nû ava kir

Ji lewre herî dawî baregeheke nû li bermaberî gundê Xalidiyê yê li ser heman rêyê ava kir û tevî baregehên Mişêrfê, Seyda, Hoşan û Mieleq jimara wan dibe 5 û ji wir êrîşên dijwar li dijî sivîlan pêk tîne.

Di Eyn Îsayê ya 55 KM li Bakur Rojavayê bajarê Reqayê ye de Leşkerên Rûs û Hikûmeta Şamê hene, lê belê ji bo van êrîşan tu gav neavêtine û bi vê yekê jî fişarê li QSD’ê û Rêveberiya Xweser dikin da herêmê radestî wan bikin.

Şervanên QSD’ê heta niha rê nedane dagirkeriyê û bi şev û roj parastina Eyn Îsayê dikin.

Back to top button