PYD’ê bi rûsipiyên eşîrên Ereb ên Til Hemîsê re civiya

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê re civiya û geşedanên siyasî yên li ser asta herêmê, nirxandin.

Civîn li eywana rûspiyê eşîra Şerabîn, Salih Xelef El-Kirês hate lidarxistin û bi beşdarbûna Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Xelîl Osman, çû serî.

Muslim rewşa siyasî ya li ser asta Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilat bi taybet nirxand û anî ziman ku piştî 10 salên aloziya Sûriyê ya bûye aloziyeke navneteweyî, herêm bi keda pêkhateyên xwe, di nav pergala demorkatîk de dijî.

Piştî nirxandinên hevserokê PYD’ê, rûspiyên eşîra Tifêhîn, Şerabîn jî nêrînên xwe nîşan da ku Til Hemîs mînaka jiyana hevbeş e û ev yek di tevkariya gel a di nav Rêveberiya Xweser de, xuya ye.

Back to top button