Misir: Gotinên siyasetmedarên Enqereyê divê bi kirinan ve werin girêdan

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand, divê gotinên siyasetmedarên Enqereyê derbarê asakirina têkiliyan bi Misirê re, bi kirinan ve werin girêdan.

Beriya çend rojan, serokkomarê Tirkiyê Erdogan behsa pêwendiyên bi Misirê re kiribû û Misirê bi awayekî fermî bersiva wî dabû, ku ti tişt bi navê “pêwendiyên Dîplomasî” bi Enqereyê re tune ye.

Samih Şukrî di civîna xwe ya bi Komîteya têkiliyên derve re, li Parlamena Misirê axivî û got:

“Ev demek e dewleta Tirk behsa destpêkirina diyalogê dike, em teqez dikin ku têkiliyên gelê Misirê bi gelê Tirkiyê re têkilîne kûr û dîrokî ne, lê rewşa siyasî û hin helwestên siyasetmedarin Tirk neyînî ne.”

Şukrî diyar kir, eger dewleta Tirk siyasetên xwe biguherîne û bi siyasetên Misirê re guncaw bin, gengaz e têkiliyên herdu welatan asa bibin.

Back to top button