KNK: Da ku Helebceyên nû rû nedin divê hêzên Kurdî bibin yek

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 33. a komkujiya Helebceyê, bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û bang li aliyên siyasî û hêzên Kurdî kir ku bibin yek, da Helebceyine nû rû nedin.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 33. a komkujiya Helebceyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku rejîma Baas ji dema girtina desthilatê ve, bi deh hezaran Kurdên Feylî kuştin û koçber kirin.

Hêzên rejîma dagirker a Iraqî, 16 Adara 1988’an bajarê Helebceyê yê sînorî da ber gaza xerdel û siyanîda jehrewî.

Di encama kîmyabaranê de, zêdeyî 5 hezar jin, zarok, pîr û ciwan şehîd bûn.

Her wiha bi navê Enfalê, ji herêma Germiyanê heya Behdînanê zêdeyî 182 hezar sivîlên bêçek mîna celebên pez veguhastin çolistana başûrê Iraqê û bi hovîtî kuştin û bêtirî 4 hezar û 500 gund jî wêran kirin.

KNK’ê da zanîn ku, jenosîda Helebceyê mînakeke mezintirîn a sûcên sedsala 20’an e û got:

“Helebce bû êş û birîneke kûr û mezin a gelê Kurd.”

Di dîroka Kurdistanê de bi sedan komkujî bi serê gelê Kurd de hatine.

Mixabin, heya niha jî tevî kar û xebatên nasandinê, weke jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî kujer nehatine darizandin.

KNK’ê di daxuyaniyê de wiha anî ziman:

“Bila her kes bizane ku li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî hê berdewam in.

Duh bû li Şengalê, li Cizîra Botan, li Efrînê, li Serê Kanî û li Girê Spî kumkujiyên herî kirêt bi serê bêsûcên Kurd de pêk hatin.

Em Helebceyê mîna hemûyan ti carî ji bîr nakin.

Da Helebceyên nû rû nedin, divê hêzên siyasî li hev bikin û li Kurdistanê xwedî derkevin.”

Back to top button