Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Babê yên tije sivîl dan ber topan.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li gundê Kirêdiyê û Yaşlî, gundên Qertwêran, Gurhiyok û Kawkilî yên rojhilatê bajarê Babê yên tije sivîl, topbaran kirin.
Heta niha ti agahî derbarê ziyanan nehatine parvekirin.