Ehmed Şêxo: Serdan El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê ji bo têkbirina hewldanên yekîtiya netewî bû

Endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo dibêje serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re, ji bo têkbirina hewldanên avakirina yekîtiya kurdî ye.

Ehmed Şêxo diyar kir “Tevahî serdan di bin çavdêriya dewleta Tirk de pêk hatin û armanca sereke ya serdanê, derbkirina pêşdeçûna Rêveberiya Xweser û astengkirina nêzîkbûna partiyên siyasî yên Kurdî ye, bi taybetî hewldanên QSD’ê yên di vî alî de.”

Şêxo diyar kir ku ji destpêka avakirina Itîlafê û heta niha, ev Itîlaf şerê gelê Kurd dike, herêmên Kurdan dorpêç kirine û beşdarî şerê li dijî Kobanê jî bû.

Şêxo eşkere kir ku li pişt vê serdanê gelek armancên din hene û bi destê kesên dibêjin em Kurd in jî li dijî Kurdan bixwe planên dijminatiyê tên gerandin.

Back to top button