Li Yemenê 25 çekdarên Hûsî hatin kuştin

Li Yemenê, eniyên şer ên di navbera çekdarên Hûsî û artêşa welat de her ku diçe germ dibin û vê dawiyê 25 çekdarên Hûsî, hatin kuştin.

Duh êvarî, li parêzgeha Hica şerekî dijwar di navbera artêş û Hûsiyan de rû da û tê de 25 çekdarên Hûsî hatin kuştin.

Her wiha li parêzgeha Teizê jî, hêzên hevbeş alîkariyên ku ji Hûsiyan re hatibûn şandin, kirin armanc.

Artêşa Yemenî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku gelek deverên leşkerî yên li gerînendeya Ebis a rojavayê Derya Sor ku di destê Hûsiyan de bû, rizgar kirin.

Back to top button