6 rêxistinan ji bo Komkujiya Helebceyê banga alîkariyê li Almanyayê kir

6 rêxistinên Kurdistanî bi daxuyaniyekê 3 daxwazî ji bo komkujiya Helebceyê ji hikûmeta Almanyayê kirin.

Rêxistinan got ku divê Almanya jenosîda Helebceyê, her wiha komkujiyên din ên ku li dijî Kurdan pêk hatine, fermî nas bike û ji bo kêmkirina êşa birîndarên çekên kîmyewî alîkar be.

Rêxistinan xwest ku vîzeyan bide birîndarên Helebceyê, da ji bo xwedermankirinê bikarin serdana Almanyayê bikin.

Rêxistinan her wiha ji Almanyayê xwest ku ji bo xulên xwendinê yên ji bo zarokên birîndarên kîmyabaranê, alîkariyê pêşkêş bike.

Back to top button