Buroya Hiqûqê a Sedsalê: Divê bi awayekî lezgîn deriyê Îmraliyê vebe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê îdîayên ku ji duh bi şev ve têkildarî jiyana Rêber Ocalan de tê kirin, daxuyaniyek da.
Bûroyê diyarkir ku îdiayên derbarê jiyana muvekîlê wan de cidîne da zanîn ji bo dawîanîna îdiayên bi vî rengî, divê tavilê têkilî bi Îmraliyê re bên danîn.

Ji dûh ve li ser malperên civakî yên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê îdayên ku Rêber Apo qirîza dil derbaskiriye û jiyana xwe ji dest daye tên parvekirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê îdîayên ku ji duh bi şev ve têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan ve tê kirin, daxuyaniyek da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê hevdîtina bi mûvekîlên xwe re ev agahî da:

“Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Xeyrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Weysî Aktaş re em nikarin bi ti awayî pêwendiyê deynin.

Hevdîtina herî dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi Birêz Ocalan re 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

Di 27’ê Nîsana 2020’î de jî yekemcar bi rêka telefonê bi muwekîlê me re hevdîtin hate kirin.

Ji vê rojê heta niha em nikarin bi ti awayî pêwendî bi muvekîlê xwe re deynin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ew îdiayên ku 14’ê Adara 2021’an ve li ser malperên civakî belavbûye bi awayekî ciddî lêkolîn dikin û dişopînin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê sedema îdiayên bi vê awayî weke tecrîd nîşan da û got:

“Sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn.

Ji ber ku Girtîgeha Îmrlaiyê girtîgeheke welê nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire, ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li rayedarên Tirkiyê kir ku di demeke herî zû de rêyên pêwendîdanînê bê afirandin ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê Rêber Apo ji holê bên rakirin .

Her wiha buroyê bang li rayedarên Tirkiyê kir ku dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, bi berpirsiyarî tevbigerin, Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin.

Back to top button