Navenda Civaka Kurd a Fransayê: Bila Fransa rola MÎT’a Tirk eşkere bike

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê bang li hikûmeta Fransayê kir ku derbarê komkujiya Parîsê de rola MÎT’a Tirk eşkere bike.

Derbarê komkujiya Parîsê ku 9’ê Çileya 2013’an pêk hat û di encamê de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê daxuyaniyek da.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk nerazîbûn nîşanî hikumeta Fransayê da û got:

“Li cem Fransayê belge hene lê wan teslîmî dadgehan nake.

“Em dikevin fikaran ku di Komkujiya Parîsê de rola yekîneyên îstîxbaratê jî heye.”

Navenda Kurd diyar kir ku 8 sal ser komkujiya Parîsê derbas bûne lê bêdengiyeke mezin heye û saziyên Fransayê li şûna ku bûyerê ronî bikin bi Tirkiyê re bazariyan dikin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê bang li Fransayê kir ku belge û delîlên di destê xwe de teslîmî dadgeha lêpirsînê bike û rola MÎT’a Tirk eşkere bike.

Back to top button