ÇALAKIYA GUVEN DI ROJA 129’AN DE YE

Berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan destpêkiriye dewam dike..
Bi vê armancê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 129, Nasir Yagiz 116, girtiyên li zindanan 91 û berxwedêrên li Strasburg û Gallerê jî 90 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne..

Bi slogana “Em ê tecrîdê bişîkin û faşîzmê hilweşînin” Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 8’ê Mijdara sala 2018’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kir.

Li pey wê, berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li Kurdistan û welatên cîhanê belav bû..

Li Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz 116 roj,

Bi sedan girtiyên azadiyê li zindanên Tirkiyê, 91 roj,

Û li Strasburg û Gallerê jî 15 siyasrtvanên Kurd 90 roj in di nava berxwedanê de ne..

Ji bo tevlî berxwedanê bibin, 1’ê Adarê li tevahiya girtîgehên rêjîma Tirk girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin..

Leave a Reply

Back to top button