Lîbya..Hikumeta El Dibebî sêşemê wê dest bi karê xwe bike

Piştî parlamentoya Lîbya bawerî bi hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe anî, hikumet sibê bi awayekî fermî wê dest bi karê xwe bike.

Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe û Serokê Konseyê Mihemed El Menfî wê roja sêşemê bi awayekî fermî dest bi karê xwe bikin.

Berdevkê hikumeta nû Mihemed Hemûde di axaftina xwe ya bi ajansekî Tirkî re ev yek piştrast kir û ew ê sibe dest bi karê xwe bikin.

Ji bo vê yekê jî wê li navenda Serokwezîrtiyê ya li Trablusê merasîmek were lidarxistin.

Di merasîmê de tevî serokê Hikumeta Wîfaq Fayîz es Serac wê alîkarên wî jî amade bin.

Hate gotin, wê El Menfî jî di heman merasîmê de erkê serokatiya Konseyê dewir bigre.

Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya El-Debîbe 10’ê Adarê di meclisa nûneran ya 3 rojan li Sirtê hatî lidar xistin de bi piraniya dengan hatibû erêkirin.

Back to top button