
Di teqînên li paytexta Efganistan Kabulê de 3 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Li herêmên Pul-i Suhta û Sar Kariz ên paytexta Efganistan Kabulê 2 êrîşên teqemeniyê çêbû.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kabûlê Ferdews Faramarz têkildarî teqînan bi daxweyaniyeke çapemeniyê ev agahî dan:
2 êrîşên teqemenî li ser herêmên Pul-i Suhta û Sar Kariz pêk hatin:
Di encamê de 3 kes mirin û 12 kes birîndar bûn.
Heya vê kêliyê ti koman êrîş li ser xwe negirtiye.
Di demên dawiyê de, Rojnemevan, çalakvanên siyasî, zanayên olî, berpirsên Hikumetê û hêzên ewlekariyê di hedefa êrîşan de ne.
Hikumeta Efxanistanê, tevgera Talîbanê ji êrîşên li ser paytext Kabûlê berpirsyar dibîne.
Tevgera Taliban jî îdayên pêk anîna êrîşên red dike.