Li Eyn Îsayê ji ber topeke dagirkeran zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Eyn Îsayê zarokek di teqîna topekeke artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li deriyê ketina rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê topeke hawanê ya artêşa Tirk bi Ehmed Îbrahîm Abdulrehîm ê 12 salî ve teqiya û şehîd bû.

Topa hawanê demek berê hatibû avêtin, lê ne teqiya bû.

Artêşa Tirk û çeteyên wê duh jî gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Di encama topbarana dijwar a ser gundê El-Zengilê de zarokê bi navê Elî Eyntabî şehîd bû û du zarokên din jî birîndar bûn.

Li gorî gahiyan, rewşa herdu zarokên birîndar niha baş e.

Back to top button