Şêniyên Dêra Zorê 10 şehîdên meha Adarê bi bîr anîn

Şêniyên Dêrazorê bi merasîmekê 10 şehîd ku di meha adarê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Hecînê pêk hat.

Di merasîmê de bi dehan ji şênî û endamên saziyan sivîl û leşkerî amade bûn.

Hevserokê Malbatê Şehîdan a Hecînê Ebdulxenî El-Elî û Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê axivîn û gotin ku bêyî fedariya şehîdan wê ewlehiya herêmê nepêkan ba.

Her wiha ji bo parastina herêrmê, soza domandina riya şehîdan hat dayîn.

Herdeh şehîdên ku hatin bibîranîn ji xelkên Dêrazorê ne ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re tevlî pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji lepê DAIŞ’ê bibûn.

Back to top button