YAGIZ: BELAVBÛNA ÇALAKIYÊ HÊZ DIDE ME

Li başûrê kurdistnaê jî çalakiya bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li dare.
Nasir Yagiz ev 116 rojin di çalakiyê de ye.
Li Hewler, Silêmanî û Mexmûrê jî çalakiyên bê dem û dorveger bi dewirgirtina komên nû didomin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 116’an de dewam dike.

Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got:

“Her diçe pirsgirêkn tenduristiyê li min hê girantir dibe.

Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.”

Yagiz bibîr xist ku tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe heta berxwedan hê zêdetir morl dide wî.”

Herî dawî Yagiz da xuyakirin ku serketin wê bi teqez be.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 116’an de ye.

Her wiha çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 58’an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku 16’ê Kanûna 2018’an destpêkirî jî di roja 91’an de ye.

Çalakî bi koma 31’ê hate dewir girtin.

Di merasîma dewirgirtinê de Mamoste Hesin Denîr axivî û şehîdên Helebce bibîr anî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo şikandina tecrîd û azadiyê.

Demîr anî ziman ku wê heta serketinê têkoşînê bidomînin.

Heman demê çalakiya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûr Fedîle Tok jî a di 20’ê Çileyê de destpêkirî jî di roja 56’an de bi biryardarî dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê jî di roja 92’yan de ji aliyê koma 47’emîn a ji jinan pek dihat ve hate dewirgirtin.

Kom ji 4 jinên ciwan ên ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêk dihat.

Herwiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, li gel jinên ciwan çalakiya xwe dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 20’an de ye.

Herwiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 13’an de ye.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd jî piştevaniya bi grevan re 14’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû.

Çalakiya Ronak Mecîd di roja 3’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button