PYD’ê banga derxistina dersan ji aloziya Sûriyê kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 10’emîn a şer û aloziya Sûriyê diyar kirin hê jî zêhniyeta rêjîma Baas neguheriye û dixwazin vegerin weke berê.
Bang li hêzên demokratîk û şoreşger yên Sûriyê hate kirin ku ji bo Sûriyeke demokratîk, azad, pirreng û ne navendî xebatên xwe zêdetir bikin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê derbarê salvegera 10’an ya şer û aloziya Sûriyê de daxuyaniyek da.

PYD’ê destpêkirina şer û aloziya Sûriyê a di 2011’an de bi bîrxist û got:

“Zihniyeta xwediyê malê û derdora wî nehatiye guhertin ku zordestiya wan bû sedema kerasta Sûriyê.

Gelek bajar, cihên dîrokî yên kevnar wêran bûn, xizanî û bêçarebûn di nava gel de belav bû.”

PYD’ê destnîşan kir ku ji ber mudaxeleyên hêzên derve, kerasetek rû da û bi sed-hezaran kes hatin kuştin, bi deh qatan kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî, ji warên xwe koçber bûn.

Tevî wê jî piştî 10 salan hîna pergala zordest heye û zihniyeta xwe ya ku bû sedama vê kerasetê ne-guhertiye.

PYD’ê anî ziman ku wê sûd ji tecrubeyên gelan girtiye û li ser bingeha jiyana hevbeş, biratiya gelan û rêgezên neteweya demokratîk, nimuneyek bi tevlêbûna tevahiya netewan li Sûriyê pêşkêş kir û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nexşerêyek danî.

PYD’ê dawiyê bang li tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk ên têkildarî çarenûsa Sûriyê kir ku ji bo pêkanîna Sûriyeke demokratîk, azad, pirreng û ne-navendî xwedî li dirûşma “Çarenûsa Sûriyê bi destê gelê Sûriyê ye” derkevin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Çareseriya li Sûriyê bi destûrek nû ye

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarên Hesekê, Şehba, Heleb, Reqa û Tebqa bi boneya 10’emîn salvegera destpêkirina şer û aloziya Sûriyê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de, bang li gelê sûriyê, civaka navneteweyî û welatên ku destêwerdanê di karûbarên Sûrî de dikin hat kirin ku di rawestandina rijandina xwînê, serbestberdana girtiyan de û vegerandina koçberan ji malên wan re bi rola xwe rabin.

Hat diyar kirin ku divê Rêveberiya Xweser beşdarî danûstandinên ji bo destûra nû bibe.

Back to top button